Erdogan li Mêrdînê axivî: CHP dijminê Kurdan e!

20 December 2024 20:03 0 dîtin
Erdogan li Mêrdînê axivî: CHP dijminê Kurdan e!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî vegera xwe ya ji welatê Misrê ji bo beşdarî Kongreya 8. a AK Partiyê ya Mêrdînê bibe hate bajêr.

Erdogan, li Kongreya AK Partî ya Mêrdînê axaftinek kir û got, “Mêrdîn ne bajarekî ji rêzê ye. Mêrdîn puxteya Tirkiyê û nimûneya wê ye.”

Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku ew dê destûrê nedin navbera wan û Mêrdînê xerab bibe û got, “Tirk, Kurd, Ereb, Zaza, Sunnî û Elewî em hemû Tirkiye ne. Rêya me rêya biratiyê ye.”

Erdogan di axaftina xwe de, CHP jî wekî dijminê Kurdan pênase kir û da zanîn, “Di werçerxên herî krîtîk ên demokrasiya me de, me provokasyonên dijminê Kurdan CHPê ji bîr nekirin. Yên ji terorê sûdê werdigrin ti carî nexwestin teror biqede. Yên li şûna gel pişta xwe dane çekê, nexwestin siyaseta sivîl û demokrasî bipêş bikeve.”