Erdogan li Diyarbekirê axivî: Divê yên derdê wan heq û hiqûqa Kurdan e çekan deynin!

14 April 2023 19:51 0 dîtin
Erdogan li Diyarbekirê axivî: Divê yên derdê wan heq û hiqûqa Kurdan e çekan deynin!

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 14ê Nîsanê li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên 14ê Gulanê û danîna xîmê xaniyên erdhejê de, gotarek ji alîgirên partiya xwe re pêşkeş kir.

Erdogan di axaftina xwe ya li Diyarbekirê de banga danîna çekan kir û got: “Karê kesên ku derdê wan heq û hiqûqê birayên me yên Kurd e, divê çekan deynin û wekî parçeyekî necuda yê vî welatî di dahatûya me ya hevpar de cihê xwe bigirin.”

Erdogan di axaftina xwe de, dîsa behsa bûyerên Kobanê yên sala 2014an ên dema êrîşên DAIŞê li Bakurê Kurdistanê rû dabûn kir û hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaşê ku zêdetirî 6 sal in di girtîgeha Edîrne de girtiye jî wekî qatilê wan kesên di aloziyan de hatine kuştin, pênase kir.

Erdogan qala zilma li demên berê di zîndana Diyarbekirê de hatiye kirin kir û Demirtaş û HDP jî bi rijandina kolanan a tawanbar kir ku 51 kes di bûyerên 2014an de hatibûn kuştin.

Serokomarê Tirkiyê di beşeke din de jî diyar kir, "Em dixwazin destûreke nû ya Tirkiyeyê ku tevahiya xeyalên welatiyan hembêz dike, sivîl û azadîxwaz çêbikin."