Erdogan gef li Îmamoglu xwar: Li Diyarbekirê bi ‘terorîstan’ re çi diaxivî?
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Konyayê di axaftina xwe de gef li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu xwar, bi sedema ku çûye Diyarbekirê û bi şaredarên ji kar hatine xistin re hevdîtin kirine.
Erdogan pêşî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û got, “Dema kampanyaya hilbijartinê, namzedê CHPê yên şaredariyan li ser her mijarê gelek tişt gotin. Soz dan ku her tiştî belaş bikin û ti kesî ji kar dernexin. Bay Kemal ka mane we gotibû, em li şaredariyên me qezenc kiriye kesî ji kar navêjin. Niha çi bû? Li hember van tiştên ku em jî bikin hene.”
Piştre jî Erdogan bal kişand ser hevdîtinên Îmamoglu yên bi şaredarên qeyûm li şûna wan hatine tayînkirin û gef lê xwar.
Erdogan got: “Şaredarê Stenbolê li Diyarbekirê bi kesên tevî terorê bûne re dest bi dest e. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê bi kî re çi diaxive?”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin