Yekemîn serdana Erdogan a Diyarbekirê: Wê peyamekê bide?

03 January 2025 11:31 0 dîtin
Yekemîn serdana Erdogan a Diyarbekirê: Wê peyamekê bide?

PeyamaKurd – Hate hînbûn ku Serokkomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan wê hefteya bê biçe Diyarbekirê.

Erdogan di bin siya nîqaşên pêvajoya çareseriyê de ku bi daxuyaniyên Ocalan re careke din derket pêş, tê Diyarbekirê.

Li ser banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, Parlamenterên DEM'ê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û peyama Ocalan bi raya giştî re parve kirin.

Piştî hevdîtina bi Ocalan re Partiya DEMê ragihand ku wê li Meclîsê dest bi hevdîtinên xwe bikin.

Hat diyarkirin ku parlamenterên DEMê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan ji Hevserokên Giştî yên HDPê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan re agahî dane. Doh hatibû ragihandin ku şanda ku di nav de Ahmet Turk jî heye wê bi Serokê Meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re bicive.

Herwiha îdiaya ku şandeya DEMê wê ji Recep Tayyîp Erdogan randevûyê bixwaze, li pişt perdê derket holê.

Li gorî îdiayên paşperdeyê, dema ev hemû geşedan diqewimin, hat hînbûn ku wê Erdogan biçe Diyarbekirê.

Hat diyarkirin ku Erdogan wê di 11ê Çileyê de li Diyarbekirê û di 12ê Çileyê de jî li Rihayê beşdarî kongreyên parêzgehan ên partiya xwe bibe.

Ger ev serdan pêk were, piştî nîqaşên li ser pêvajoya nû ya çareseriyê destpê kir, wê Erdogan cara yekemîn biçe Diyarbekirê.