Babacan bo serdana Erdogan a Diyarbekirê: Mafên xwezayî yên Kurdan bûne mijara bazara kirîn û firotinê

12 July 2021 20:01 0 dîtin
Babacan bo serdana Erdogan a Diyarbekirê: Mafên xwezayî yên Kurdan bûne mijara bazara kirîn û firotinê

PeyamaKurd - Serokê Partiya DEVA ya Tirkiyê Alî Babacan li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê pirsa Kurd de axivî.

Alî Babacan got, Erdogan bi xatirê proseya çareseriya pirsa Kurdî bûye serokomar, lê hevbeşên din yên proseyê di zîndanê de ne.

Serokê Giştî ya Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan li Dîlokê di civîneke partiya xwe de ragihand, “Piştî du sal û nîvan Kurd hatine bîra Erdogan ku serdana Diyarbekirê dike û got, proseya çareserî erênî bû, lê di proseya çareseriya de şaşiya herî mezin ev e, mafên Kurdan yên xwezayî bûne mijara bazara kirîn û firotinê. Hemû mafên rewa yên Kurdan bê bazar û nîqaşê helal û heq in.”

Babacan da zanîn, desthilat niha hebûna pirsa Kurdan red dike, lê aliyê din jî behsa çareserkirinê dike û got, li Diyarbekirê behsa mafê berxan dike, li Enqereyê jî li tenişta gur e û tiştek namîne.

Alî Babacan bibîr xist, ji ber proseya çareseriyê niha Erdogan li ser desthilatê ye, lê aliyên din yên proseya çareseriyê di zîndanê de ne.