Erdogan roja înê ji bo vekirina çend projeyan serdana Diyarbekirê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdaneke yek rojî bo Diyarbekirê dike.
Li gorî nûçeya medya Tirkiyê wê Erdogan roja înê 9ê Tîrmehê serdana bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê bike.
Hatiye diyarkirin ku wê Erdogan li Diyarbekirê bi rayedarên herêmî yên hikûmetê re bicive û beşdarî merasîma vekirina hejmarek projeyan bibe.
Herwiha parêzgariya Diyarbekirê jî ji bo rojnamevanan agahdariyek şandiye daku ji bo şopandina Erdogan navên xwe tomar bikin.
Hêjayî gotinê ye, Erdogan piştî sê salan cara yekem e ku serdana Diyarbekirê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin