Ji bo çend rojan destûra betlaneyê bidin girtiyê kurd, doza 42,105 dolarî jê kirine
PeyamaKurd – Mehmud Sadeqî girtiyê siyasî yê Kurd xelkê Kamyaranê û bûrayê girtiyê siyasî yê bidarvekirî Heyder Xorbanî ye ku piştî girtina xwe ya sala 9an hîn ji mafên xwe yên bingehîn bêpar e û herî dawî jî hatiye ragihandin ku ji bo ku destûra betlaneyê wergire, 100 milyar tûmen ji bo wî hatiye diyarkirin ku dike 42,105 dolarî.
Li gorî rapora ku doh (11.10.2024) hatiye destê saziya mafên mirov a rojhilatê Kurdistanê Hengawê, girtiyê siyasî yê kurd ê bi navê Mehmûd Sadiqî yê li Girtîgeha Navendî ya Sineyê, 7 sal û 11 meh û 25 roj in bê destûr di girtîgehê de ye.
Jêderekî nêzîkî malbata Sadiqî ji Hengawê re ragihandiye: “Ji berk u 9 sal di ser girtina Mehmûd Sadiqî re derbas bûne, dezgehên ewlehiyê daxwaza dayîna kefaleta giran a bi qasî 100 milyar tûmenî jê kirine ku bi pereyê dolar dike 42,105 da ku çend rojan destûra betlaneyê bidinê.”
Berê Hengawê bi devê jêderên agehdar ragihandiye ku bi sedema nebûna bi qestî ya du hukmên girtina Mehmûd Sadiqî ya heta niha, îhtîmala dayîna destûra betlaneyê ya bo wî girtiyê siyasî nediyar e.
Mehmûd Sadiqî gelek caran ji bo ku wî bibin girtîgeha Kamiyaranê serlêdan kiriye, lê ji ber astengkirina saziyên ewlehiyê ji aliyê rayedarên girtîgehê ve ji vî mafê bingehîn jî hatiye bêparkirin.
Ew girtiyê siyasî destpêka Adara 2018an, ji aliyê Şaxa 1emîn a Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve bi serokatiya Dadwer Seîdî bi tohmeta “alîkariya ji bo serhildanê” bi 25 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin.
Dşsa Mehmûd Sadiqî Îlona 2018an ji aliyê Şaxê 1emîn ê Dadgeha Tawanan a parêzgeha Kurdistanê (Sine) ve bi tometa “alîkariya kujeriyê” û “hevkariya bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re” bi 30 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin.
Ev hemwelatiyê kurd 16ê Çiriya Pêşîn a 2016an li gel hevjînê xwîşka xwe Heyder Xorbanî girtiyê siyasî yê kurd ê ku hatibû sêdarkirin, di mala xwe de hatiye girtin.
Piştî 3 mehan girtina wî ya li girtîgeha îstixbarata Sineyê di bin êşkenceyên derûnî û fizîkî de maye û di dawiyê de ber bi girtîgeha Kamyaranê ve hatiye veguhestin. Piştî 5 mehan sewqî Girtîgeha Navendî ya Sineyê hatiye kirin û hê jî di vê girtîgehê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin