Pistî çend rojan yekem hevdîtina Biden û Netanyahu

20 January 2024 12:39 0 dîtin
Pistî çend rojan yekem hevdîtina Biden û Netanyahu

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî 27 rojan cara ewil civiyan.

Hat ragihandin ku di pêwendiya telefonî de rewşa Xezzeyê hatiye gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby da hat destnîşankirin ku di hevdîtinê da xebatên ji bo serbestberdana hemû rehîneyên li Xezzeyê tên girtin jî hatin nirxandin.

Kirby diyar kir ku Biden ji Netanyahu re tekezî li ser berpirsyariya xwe ya ji bo parastina sivîlên bêguneh li herêmê kir û diyar kir ku Serokê Amerîkayê pêşwaziyê li destûra hikûmeta Îsraîlê ya şandina miqdareke zêde ard ji bo Xezzeyê kiriye.

Kirby diyar kir ku di hevdîtinê de aliyan li ser vebijarkên gihandina alîkariyan ji bo herêmê bi rêya behrê jî dixebitin.