Pistî 20 rojan yekem haletên pêketina korona derketin

24 May 2020 10:53 0 dîtin
Pistî 20 rojan yekem haletên pêketina korona derketin

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê ku 20 roj in ti haleteke pêketina vîrusa koronayê derneketibû, haletên nû yên tûşbûna koronayê hatin tomarkirin.

Parêzgarê Xarpêtê (Elezîz) Çetin Oktay Kaldirim, da xuyakirin ku piştî demeke dirêj car din haletên nû yên koronayê hatine tesbîtkirin û got, ew kesên ji bo cejnê ji derveyî bajêr hatine ne.

Parêzgarê Xarpêtên li ser Twitterê ragihand ku ji ber haletên nû apartmanek hatiye karantînakirin û daxwaz ji kesên ji derveyî bajêr ji bo cejnê hatine kir, 14 rojan ji malên xwe dernekevin û li gorî fermanên parêzgariyê tevbigerin.