Ji Rûsyayê pistî çend mehan yekem êrîsa asmanî li Sûriyê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî demeke dirêj cara ewil balafirên şer ên Rûsyayê li çoltera Reqayê bingehên DAIŞê bombebaran kir.
Li gorî çavkaniyan balafirên şer ên Rûsyayê şeva borî xalên çekdarên DAIŞê yên li beyara Reqayê bombebaran kir. Debarê encamên bombebaranê de ti agahî nehatin bidestxistin.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku di çend mehên dawî de, ti tevgereke balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê nedigerîyan û êrîş nedikirin.
Di çend rojên dawî de ji ber êrîşên DAIŞê 23 leşkerên hatine kuştin 10 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin