Medya Îsraîlê: Wê di nav çend rojan de cihên stratejîk ên Îranê bên lêdan

02 October 2024 18:34 0 dîtin
Medya Îsraîlê: Wê di nav çend rojan de cihên stratejîk ên Îranê bên lêdan

PeyamaKurd - Malpera Axios a Îsraîlî, ji zarê berpirsên Îsraîlî ragihand ku wê Tel Avîv di nav çend rojan de, bersiva êrîşa Îranê bide.

Hate diyarkirin ku wê Îsraîl cihên girîng yên petrolê û stratejîk li Îranê bike armanc.

Axiosê daye zanîn, gelek berpirsên Îsraîlê dibêjin, dibe artêşa Îsraîlê saziyên petrolê yên Îranê bike armanc û hinek rayedar jî pêşniyara jinavbirina sîstema berevaniya asmanî ya Îranê dikin.

Hatiye diyarkirin, dibe ku bersiva Îsraîlê êrîşên asmanî li xwe bigre, ji bilî operasyonên veşartî yên weke wan operasyonên ku beriya du mehan bûn sedema kuştina Îsmaîl Heniye li Tehranê.

Berpirsên Îsraîlê pêşniyara kirine û gotine, eger Îran careke din bersivê bide, dê hemû bijarde li ser masê bin, dibe ku êrîşên ser saziyên atomiya Îranê jî di nav de be.

Herwiha malperê eşkere kiriye, çend demjimêr beriya êrîşa Îranê, Amerîkayê agahiyên îstîxbaratê dane Îsraîlê û ragihandiye ku wê Îran êrîşa moşekî li ser Îsraîlê pêk bîne.

Çavkaniya Axiosê gotiye, Îsraîl ji ber reaksiyona stratejîk a li hemberî vê rewşê dixwaze planên xwe bi Amerîkayê re hemaheng bike. Ji ber vê yekê jî jibo her êrîşeke din a Îranê û bersiva Îsraîlê, pêdiviya Îsraîlê ji bo zêdetir cebilxaneyên hêza hewayî ya Îsraîlê wê bi alîkariya navendî ya Dewletên Yekbûyî hebe.