Koçberên Afgan ên li Tirkiyeyê: Gotin em ê destûra rûnistinê bidin we û em dersînor kirin

23 September 2024 09:35 0 dîtin
Koçberên Afgan ên li Tirkiyeyê: Gotin em ê destûra rûnistinê bidin we û em dersînor kirin

PeyamaKurd – Rejîma Talîbanê li Afganîstanê ragihand ku hefteya borî zêdetirî 35 hezar koçberên Afganî vegeriyan welatê xwe.

Rayedarê Afganî Abdulmuttalib Haqqanî diyar kir ku ji bo çareserkirina zehmetiyên ku koçberên Afganî li welatên din rû bi rû mane, niha danûstandin berdewam in.

Heqanî herwiha tekez kir, ku divê ev welat girîngiyê bidin reftarên xwe yên li hember koçberên Efxanistanê û bi awayekî guncaw bi wan kesan re reftar bikin.

Wî berdewam kir: "Hefteya borî zêdetir ji 35 hezar Afganî ji welatên cîran vegeriyan welêt. Li deriyên sînorî ji bo van kesên ku vegeriyane dema derbasî welatê xwe bûn alîkariyên pêwîst hatin kirin."

"Penaberên Afganî yên li Îran û Tirkiyeyê rastî muameleya xerab tên"

Ji aliyeke din ve hin koçberên Afganî yên li Îran û Tirkiyeyê diyar kirin ku rayedarên van welatan tundî li wan kirine.

Li gorî gotina koçberan, rayedarên van her du welatan, hin koçberên Afganistanê ji bo belavkirina karta rûniştinê gazî hin navendan kirine, lê piştre ew binçav kirine.

Ehmed Feysel ku yek ji koçberên Afganî yên li Tirkiyê ye ji TOLOnewsê re got: "Tirkiyê ragihand ku ewê belgeyekê bide efxaniyên ku bi awayekî neqanûnî li Stenbolê dijîn, ku rê bide wan bi awayekî rewa li wî welatî bijîn. Ji van 570 kes hatin binçavkirin û sirgûnkirin."

Mehdî ku yek ji wan koçberên li Îranê ye got: “Ji ber netew, etnîk û welatê xwe rastî tundûtûjiyê hatine, heqaret li wan hatiye kirin.”