Hîzbûllah, di çend rojan de, dê bersiva resbeleka peymana agirbesa DYAyê bide

15 November 2024 20:42 0 dîtin
Hîzbûllah, di çend rojan de, dê bersiva resbeleka peymana agirbesa DYAyê bide

PeyamaKurd – DYA, ji bo agirbesa navbera Îsraîlê û Hîzbûllahê reşbelekekî amade kiribû û dabû her dû aliyan. Hat ragihandin ku wê Hîzbûllah di nav çend rojan de bersiva DYAyê bide.

Li gor ragihandina TV ya dewleta Îsraîlê KANê ku binkeya xebera xwe dibe ser rayedarekî Îsraîlî, reşbeleka ku DYAyê amade kiriye, bende ne ku Hizbullah bersiva wê bide.

Çapemeniya Lubnanê îro ragihandibû ku serê siba zû, balayoza DYAyê ya Beyrûdê Lisa Johnson, reşebeleka peymanê daye serokê meclisa Lubnanê Nebih Berri.

Rojnama Îsraîlê Yedioth Ahronoth jî di xebera xwe ya ku rayedarekî Îsraîlê ji wan re gotiye lê nexwestiye navê wî aşkera bikin, gotiye;

“Bi navbeynkariya DYAyê bi Lubnanê re, di asta dawiyê ya peymanê de ne û di peymanê de heye ku Hîzbûllah vekişe bakûrê çemê Litaniyê.”

Li gor ragihandina TV ya KANê; di reşbeleka peymanê de wê Îsraîl di nav 7 rojan de hêzên xwe ji başûrê Lubnanê vekişîne û artêşa Lubnanê dê bikeve ciyê wan. Pêvajoya vekişîna artêşa Îsraîlê ya ji Başûrê Lubnanê wê ji aliyê DYA û welatekî dinê de bê kontrol kirin.

Piştî îmzakirina peymanê wê Lubnan di nav 60 rojan de grûbên başûrê Lubnanê ji çekan xalî bike. Ji bo car din heman grûb xwe çekdar nekin, dê kes çekan nefroşe Lubnanê û li Lubnanê hiberîna çekan ji aliyê dewleta Lubnanê de bê kontrolkirin.

Hem wê li ser Xeta Kesk ya navbera Îsraîl-Lubnanê ji bilî Hêzên Aştiyê yên Neteweyên Yekgirtî (UNIFIL) û artêşa Lubnanê dê ti hêz li ser sînor nemîne.