Pakistanê bersiva êrîsa Îranê da: Çend xalên sînorî hatin bombebaran kirin
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Pakistanê ragihand ku li sînorê Sistan-Belûçistanê çend rêze êrîşên hesas ên leşkerî bi ser binkeyên terorê de hatine encamdan û gelek terorîst hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di êrîşa bi balafirên şer hatiye kirin de, Pakistanê di çarçoveya hiqûqa navdewletî de, mafên xwe yên rewa bikar aniye û bi ti behaneyan rê nade gefên li ser serwerî û yekparçeyiya xaka xwe.
Herwiha hatiye gotin, "Pakistan, rêzê li serweriya Komara Îslamî ya Îranê digire. Çalakiya îro bi temamî ji bo ewlehî û berjewendiya Pakistanê ye. Ev berjewendî li ser her tiştî ne û qet nabe bikevin xeterê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Îranê jî 16ê mehê bi moşek û dronan li nav axa Pakistanê kampeke rêxistinaü Ceyşu'l Adl kiribû armanc û di wê êrîşê de du zarok hatibûn kuştin, 3 jî birîndar bûbûn.
Li gorî ajansa Reutersê di êrîşa Pakistanê ya îro di nav erda Îranê de hatiye kirin de jî 3 jin û 4 zarokan can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin