Lloyd Austin bersiva êrîsa Îranê da û armanca Washingtonê ya li Rojhilata Navîn eskere kir
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin ku beşdarî Dîyamoga Mananama 2021ê li Behreynê bûye, bersiv da êrîşa 20ê Cotmehê ya bi ser Baregeha Tenef a Amerîka li Sûriyê de.
Austin li ser bê bersiv hiştina wê êrîşa ku bi balafirên bêpîlot hatibû kirin got, “Amerîka parastina xwe dike. Em kengî û li ku derê bixwazin emê berjewendiyên xwe biparêzin. Bila ti welatek û kesek nekeve vê xetayê.”
Wezîrê Amerîkî herwiha got, yek ji armanca Washingtonê ya li Rojhilata Navîn bihêzkirina hevpeymanên bêmînak e û yek ji bijardeyan jî li herêmê bicihkirina bi deh hezaran leşkeran e.
Hêjayî gotinê ye, piştî wê êrîşa Baregeha Tenefê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka CENTCOMê jî dabû xuyakirin ku ew êrîşek bi kordîne û qestî hatiye encamdan e û şermezar kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin