Ji sererkanê Îranê bersiva êrîsa tankêra petrolê...
PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Îranê Muhammed Bakirî bêyî ku bi nav bike, li ser êrîşa keştiya tankêr a petrolê ya Îranê li bendera Banyas a Sûriyê, daxuyanî da û got, wê ‘eniya berxwedanê’ bersiveke baş bide.
Li gorî ajansa IRNAyê Bakirî gotiye, “Dibe ku îsraîlî êrîşên ser Sûriyê berdewam bikin û bi hemleyên li deverên din û deryayan bifikirin ku wê êrîşên wan bê bersiv bimînin. Lê wê gavên van rojên dawî û dahatuyê hişê wan bîne serê wan.”
Wezareta Petrolê ya Sûriyê ragihandibû ku êrîşa ser keştiya petrolê bi balafireke bêmirov hatiye kirin û SOHRê jî eşkere kiribû ku 3 kesên di keştiyê de di encama êrîşê de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin