CENTCOM: Êrîsa li ser Hîzbûllahê bersiva êrîsa Hewlêrê bû

26 December 2023 16:51 0 dîtin
CENTCOM: Êrîsa li ser Hîzbûllahê bersiva êrîsa Hewlêrê bû

Peyama Kurd - Fermandarîya Hêzên Navendî (CENTCOM) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku êrîşa hêzên DYA yên li Iraqê ya li dijî baregehên rêxistina Ketaîb-ul Hîzbûllahê, bersivdayîyan êrîşa wan a li dijî Binkeya Asmanî ya Hewlêrê bûye.

Wek tê zanîn duh (25ê Kanûnê) êvarê, li dijî Binkeya Asmanî ya li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, êrîşek pêk hatibû û di encama êrîşê de 3 leşkerên Amerîkî birîndar bûbûn. Piştî vê êrîşê DYAyê ragihandibû ku ev êrîş ji alî Ketaîb-ul Hîzbûllah ku rejîma Îranê ew fînanse dike hatiye kirin û pişt re li dijî baregehên leşkerî yên vê rêxistinê êrîşeke tûnd a asmanî pêk anîbû. 

Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla di daxuyanîyeke çapemenîyê ya di derbarê vê mijarê de ragihand ku hêzên DYAyê, êvara 25ê Kanûnê li Iraqê, êrişî gelek baregehên Ketaib-ul Hizbullah û komên girêdayî wê yên li Iraqê kirine.

Kurilla diyar kir ku di encam êrîşan de baregehên armanckirî hatine rûxandin û gelek milîşên Ketaib-ul Hîzbullahê hatine kuştin. Kurilla her wiha destnîşan kir ku di encama êrîşan de kesên sivîl zîyan nedîtine.

Fermandarê CENTCOM Kurilla got, "Armanca van êrîşan ew e ku hêza êrîşkar a komên çekdar ên ku rasterast ji êrîşên li dijî Hêzên Hevpeymanîya Navneteweyî yên li Iraq û Sûriyeyê berpirsyar in, qels bikin. Em ê her tim hêzên xwe biparêzin."

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin jî di derbarê mijarê de ragihandibû ku bi fermana Serokê DYA Joe Biden, li dijî 3 baregehên Ketaib-ul Hizbullah û komên girêdayî wê operasyoneke 'pêwîst û bi pîvan' hatiye kirin.

Austin wiha domandibû: "Ev êrîş, rasterast bersivdayîna êrîşên komên milîşe yên ku bi destê Îranê, li dijî personelên Amerîkî yên li Iraq û Sûriyeyê û Binkeya Hewayî ya Hewlêrê hatine kirin.