Netanyahû li Girên Golanê serdana cihê êrîsa mosekî kir: Wê bersiva me tund be!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû, serdana bajaroka Mecdel Şemş a Girên Golanê kir ku di êrîşa moşekî de 12 kes hatibûn kuştin.
Netanyahû dema serdanê bi durziyên deverê re civiya û got: “Hizbullahê bi piştevaniya Îranê gelek moşek avêtin vê derê û 12 canên bêguneh standin. Mixabin kesên li vê derê bi futbolê dilîstin û keç û kurên nekarîn birevin stargehekê hatin kuştin. Vê trajediya giran dilê me sot. Em wan malbatên janeke giran dijîn hembêz dikin.”
Netanyahu destegulek danî cihê bûyerê û got: “Ev zarok yên me hemûyan e. Wê Îsraîlê destûrê nede ev yek bê bersiv bimîne û nade jî. Wê bersiva me were û tund be.”
Herwiha Netanyahu destnîşan kir, “Wê Îsraîl îro, sibe û heta hetayê li kêleka we be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin