Tayip Erdogan li Batmanê di merasima vekirina gelek projeyan de axifî

06 November 2021 19:50 0 dîtin
Tayip Erdogan li Batmanê di merasima vekirina gelek projeyan de axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di merasima vekirina gelek projeyan yên weka stadyûma Batmanê, nexweşxana perwerde û lêkolînê û 36 heb projeyên din de axifî û mijarê bir ser pêvajoya çareseriyê û got:

“Me her talûkê da ber çavên xwe û dest bi pêvajoya çareseriyê kir lê sîliha rêxistina terorê ji xwe re rijandina xwînê bijart û bê encam ma. Ji bo Batman ji veberhênanê bêpar bihêlin, ji hundir û derveyê welat de kampanyayan meşandin. Ilısu têra me nake. Em îro merasima vekirina fabrîkeyên Sanayiya Organîze jî dikin û em ji bo we hene.

Me axaftina Kurdî, gotina kilaman, xwendin û nivîsandina Kurdî ji sûcê derxist û ji bo çareseriyê me pêngavan avêt. Ji destûrê heya qanûnan me temamê babetan guhert, têgihîştin û temamên kiryarên di pratîkê de, heq û edaletê me guhert. Me di welat de olîgarşiyê hilweşand. Me wesayeta rêxistinê ya terorê ya li ser xelkê vê derê ku bi xwînê dikir, me perçe kir.”