Macron û Trump di merasima vekirina Katedrala Notre Dame de hatin cem hev
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi sedema 5 sal berê agir bi katedrala Norte Dame ya Parîsê ketibû û niha nûhkirina wê temam bû, di merasima vekirina katedralê de, bi serokê bê yê DYAyê Donald Trump re hatin cem hev.
Her dû lîder di vekirina katedralê de behsa hevkariyê û têkiliyên dualî kirin. Trump piştî hilbijatina xwe ya serokatiya DYAyê, cara ewilî çû Fransayê û li Fransayê seredana balyozxana DYAyê kir.
Di hevdîtina ger dû lîderan de Macron got ku dema agir bi katedralê ket de serokê DYAyê Donald Trump bû û dewam kir:
“Birêz serok, pêşwazîkirina te piştî 5 salan li vê derê ji me re şerefe. Ji bo seredana te sipasiya te dikim. Piştî şewata katedralê hevkariya ku te kir, me ji bîr nekiriye.”
Trump jî sipasiya Macron kir û weha got:
“Têkiliyên me gelek başin. Weka hun zanin, me bi hevre gelek tiştan kiriye. Fransiz fewqulade mirovin. Li DYAyê civakekî qelebalix ya Fransizan heye. Em ji wan re rêz digrin û ji wan hez dikin. Gelek bi şiyanin. Ez serbilindim ku li Parîsê me. Me di seha berevaniyê de bi Fransayê re xebatên serkeftî kiriye. Em di dinyayekî hinek dînik de dixebitin û em ê bi Macron re li serê biaxifin.”
Ji tîma Trump ya rêvebiriya nûh ya DYAyê, Elon Musk jî dibe ku îro bigihê Fransayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin