Li Parîsê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî, Trump û Macron

08 December 2024 10:01 0 dîtin
Li Parîsê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî, Trump û Macron

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo beşdariya vekirina Katedrala Notre Dameyê ligel 50 serokên welatan li Parîsê ye, bi Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtin kir.

Piştî merasîma vekirina katedralê, Nêçîrvan Barzanî li Koşka Elyseeyê tevlî şîva ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo mêvan û beşdarên merasîmê dabû, bû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku vexwendin û beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya di vê merasîmê de nîşana dostayetî û pêwendiyên bihêz ên Fransa û Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Nêçîrvan Barzanî piştî beşdariya merasîma vekirina Katedrala Notre Dameyê li Parîsê got: “Ji bo vê destkeftiyê mezin ez pîrozbahiyê li hevalê xwe Serok Macron dikim.”

Katedrala Notre Dameyê ya Parîsê sala 2019an şewitîbû û piştî xebatên 5 salan a nûjenkirinê doh bi fermî ji nû ve hate vekirin. Salane herî kêm 12 milyon turîst serdana katedralê dikin.