Erdogan li Diyarbekirê axivî: “Pirsgirêka Kurd tune ye”

03 June 2018 21:36 0 dîtin
Erdogan li Diyarbekirê axivî: “Pirsgirêka Kurd tune ye”

Peyamakurd - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan li Diyarbekirê di çarçoveya hilbijartinan de mitîngek saz kir û axiftinek kir, di axiftina xwe de îdîa kir ku Kurd îro xwediyê her mafî ne.

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya bangeşeya hilbijartina serokomariyê de li Diyarbekirê axivî. Erdogan di axaftina xwe de îdîa kir ku: “kurd îro xwediyê her mafî ne.”

Erdogan diyar kir ku "Her çi kesek mafekî birayê min ê Kurd xesp bike, wê li hemberî xwe min bibîne. Ma we nedixwest ku zimanê we yê zikmakî ji aliyê siyasetê ve neyê îstismarkirin? Niha kesê bibe asteng heye?"

Herwiha Erdogan di axaftina xwe de got, "Pirsgirêka kurd tune ye" û wisa berdewam kir, "Bila ti kes ji bo kurdan li dewletê negere. Dewleta kurdan Komara Tirkiyeyê ye. Em nabêjin kurd tune ne. Êdî Tirkiye nikare ji vê noqteyê vegere. Em dibêjin Pirsa Kurd tune ye. Wekî her kesan azadiya we jî me girt bi xerentiyê. Ji bo me zimanê me yê fermî Tirkî çi qas girîng be, zimanê we yê zikmakî Kurdî jî ewqas bi qîmet e."