Erdogan pistgiriya xwe li dijî Trump bo Rûhanî ragihand
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi telefonê axivîn.
Erdogan û Rûhanî di axaftina ku bi telefonê hat kirin de biryara Amerîkayê ya vekişîna peymana nukleerî gotûbêj kirin.
Li gor agahiyan hat ragihandin Erdogan ji Rûhanî re diyar kir ku biryara Amerîkayê ya vekişîna ji peymanê rast nabîne û dixwaze ku Plana Xebatê ya Hevbeş bê parastin.
Wek din Erdogan û Rûhanî li ser zêdekirina têkiliyên aboriyê yên herdu dewletan axivîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin