De Niro xwest ku hevdîtina Erdogan û Trump were protestokirin

13 November 2019 11:21 0 dîtin
De Niro xwest ku hevdîtina Erdogan û Trump were protestokirin

PeyamaKurd - Aktorê navdar ê  Hollywoodê Robert De Niro xwest ku li dijî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xwepêşandana nerazîbûnê bene kirirn. Herwiha rêxistina Ermeniyan li Amerîkayê, li hemberî Koşka Spî xwepêşandanek li dijî serdana Erdogan bo Amerîkayê lidar xist û bang li Kurdan jî kiriye ku beşdarî xwepêşandanê bibin.

Robert De Niro li ser hesabê xwe yê Twitterê daxwaz kiriye ku îro 13ê Mijdarê li hemberî Koşka Spî xwepêşandan li dijî serdana Erdogan bo Amerîkayê bê kirin.

De Niro diyar kiriye ku ew jî dê li Parka Lafayette ya li hemberî Koşka Spî, di dema hevdîtina Erdogan û Trump de ji bo protestokirina serdana Serokomarê Tirkiyê amade be.