Berî hevdîtina Trump-Erdogan karmendê konsûlxaneya Amerîkayê hat azad kirin

25 June 2019 15:20 0 dîtin
Berî hevdîtina Trump-Erdogan karmendê konsûlxaneya Amerîkayê hat azad kirin

PeyamaKurd - Beriya hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Amerika Donald Trump re li Lutkeya G20an, karmendê konsûlxaneya  Amerîkayê li Setnbolê Mete Canturk hat berdan. Lutkeya G20an a Japonyayê 28-29ê Hezîranê ye û tê çaverêkirin Trump û Erdogan hevdînekê li wir pêk bînin.

Karmendê konsûlxaneya Amerîkayê Mete Canturk bi endamtiya FETOyê dihat tawanbar kirin û demek berê jî piştî Trump ji Erdogan daxwaz kiribû ji girtîgehê hatibû derxistin û di hepsa malê de dihat girtin.

Di danişîna îro ya Dadgeha Cezayê Giran a 27an li Stenbolê, bi hinceta tenduristiya wî nebaş e hepsa malê jî ji ser Canturk rakir û ew azad kir.

Sala borî keşeyê Amerîkî Andrew Brunson û hefteyek berê jî Karmendê NASA Serkan Golge hatibû berdan.

Trump gelek caran daxwaza berdana hemwelatiyên Amerîkî ku li Tirkiyê bi hincetên tohmetên terorê hatin zindanîkirin dike û piştre jî tên berdan.