Ji Medya Erebî îdiaya hevdîtina Erdogan û Esed: Berî hilbijartinan li welatekî sêyem!
PeyamaKurd – Derbarê hevdîtina muhtemel a Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed de, hat îdiakirin ku wê hevdîtin berî hilbijartinên Tirkiyeyê li welatekî sêyem pêk were.
Li gorî nûçeya medya Erebî, tê îdiakirin ku wê Erdogan û Esed berî hilbijartinên Tirkiyeyê yê serokomariyê li hev bicivin û ji bo cihê hevdîtinê jî behsa welatekî sêyem tê kirin.
Erdogan piştî civîna wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê li Moskowê ragihandibû ku piştî hevdîtinên wezîran li gorî pêşveçûna pêwendiyan ew serok jî dikarin hevdîtinê bikin.
Dema ku piştî 11 salan deshilatdariya Tirkiyeyê daxwaza asayîbûna pêwendiyan li Şamê kiribû, rêveberiya Esed destpêkê dudilî tevgeriyabû, lê piştî hewldanên Rûsyayê yekem hevdîtina asta bilind li Moskowê di navbera aliyan de hatibû kirin.
Hêjayî gotinê ye, Serokê Giştî yê AKPê û Serokomar Erdogan dixwaze beriya hilbijartinan, pêwendiyên ligel Şamê normal bibin û vegerandina ji Tirkiyê ya koçberên Sûriyê bide destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin