El Ereb: Medya tirk a zimanê erebî Erdogan wekî ‘Siltanê Umeta Îslamê’ nîsan dide
PeyamaKurd – Rojnameya El Ereb di raportêke xwe ya derbarê pêşhatên dawî yên Tirkiyê de, balê dikişîne ser medyaya fermî ya nêzîkî deshilatdariya AKPê û Erdogan ku bi zimanê Erebî weşanê dikin û dide xuyakirin, vejandina Osmaniyan xistine rojeva xwe û hewil didin Erdogan wekî siltan û serokê ûmeta Îslamê bidin nîşandan.
El Ereb wiha nivîsandiye: “Medyaya fermî ya Tirkiyê û ya nêzî hikûmetê, mijara vejandina serdema Osmaniyan xistiya rojeva xwe, her wiha hewl dide serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wek sultan û lîderê ‘ûmeta îslamê’ bide nîşandan, ev tişt bi taybet di medyaya Tirkiyê ya bi zimanê erebî de dibe.”
Di berdewama nûçeyê de tê gotin, di medyayê de manşetên wekî “Sultanê Osmanî welatiyên Îrlandayê ji birçîbûna petatan xelas kir”, “Comerdiya Osmaniyan bi bêbextiya Ewropiyan hate pêşwazîkirin, dema ku balyozên Ewropa kîsê sultan dijiyan” tên nivîsandin.
Dîsa li ser medyaya civakî jî dîmenên ku 'Serokê Tirkiyê Erdogan hatiye vexwendin da ku li Pakistanê îmamtiya nimêja înê bike” têne belavkirin.
Li gorî El Erebê ev tişt dûrî nûçegihaniyê ye ku bi awayekî ajîtasyon û propagandayê tê kirin û arşîvên dîrokê têne bibîrxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin