Medya Erebî: Têkiliya Tirkiye û Hemasê zirar dîtiye…
PeyamaKurd – Her çiqas piştî destpêkirina şerê Hemas-Îsraîlê Tirkiye bi daxuyaniyên fermî red dike ku daxwaza derketina berpirsên Hamasê ji Tirkiyê kiriye jî ew mijar di rojeya medya Erebî de hê jî tê nîqaşkirin.
Herî dawî Rojnameya Şerq El Ewsat li ser nîşaneyên dûrketina hikûmeta Tirkiyê û Hemasê nûçeyek belav kir ku tê de dibêje, rayedarên Tirkiyê daxwaza derketina fermandarên tevgera Hemasê ji axa xwe derewandin, lê belê nîşaneyên heyî piştrast dikin ku têkiliya tevgerê û Enqereyê zirar dîtiye.
Herwiha hatiye diyarkirin, nûnerên îstîxbarata Tirkiyê 7ê Cotmehê bi fermandarên Hemasê re civiyane û ew agahdar kirine ku desthilatdarên Tirkiyeyê ji ber gefên Îsraîlê nikarin ewlehiya wan misoger bikin û fermandarên Hemasê jî biryar dane ku bi awayekî serbixwe derkevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin