Medya Erebî: Misir û Tirkiye amadekariya hevdîtina serokan dikin

16 April 2023 13:09 0 dîtin
Medya Erebî: Misir û Tirkiye amadekariya hevdîtina serokan dikin

PeyamaKurd – Piştî serdana Tirkiyê ya Wezîrê Derve yê Misirê Samîh Şukrî, di medya Erebî de tê ragihandin ku ji bo bidawîkirina proseya asayîbûnê niha amadekariya civîna di asta serokan de tê kirin.

Rojnameya Îtîhad El Îmaratî daye xuyakirin ku wezîrên derve yên Misir û Tirkiyeyê, di civîna Enqereyê de ragihandine ku wan gav ji bo bilindkirina asta pêwendiyên dîplomatîk avêtine û dê ev gav bibe sedem ji bo civîna serokên her du dewletan.

Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî gotiye, ji bo başbûna têkiliyên dîplomatîk lihevkirinek hatiye çêkirin û dê di demeke guncaw de bê ragihandin.

Hat diyarkirin ku niha amadekariya civîna ragihandina encama asayîbûna pêwendiyên herdu welatan di navbera serokê Misirê Ebdulfettah El Sisî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de tê kirin. Lê hîn nezelal e ku beriya hilbijartinên 14ê Gulanê proseya normalkirina pêwendiyan bidawî dibe yan na.