Rusyayê, îdiaya hevdîtina Esad û Erdogan bersivand

09 August 2022 16:02 0 dîtin
Rusyayê, îdiaya hevdîtina Esad û Erdogan bersivand

PeyamaKurd- Piştî vegerera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan a ji Soçiyê, îdiayên ku dê Erdogan ligel Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad bi telefonê biaxive, hatin rojevê. Bersiva vê îdiayê, ji aliyê berdevkê Kremlînê ve hat dayîn.

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, di vegera Soçiyê de pirsên rojnamevanan bersivandibû û gotibû ku

“Em ligel Vladimir Putın, li ser avaniya teroran a li sînorê Suriyeyê axivîn. Wî ji me re got, ‘heta pêkan be, hûn vê yekê ligel rejîma Suriyeyê çareser bikin, dê baştir be.’”

Li ser vê nirxandina Erdogan, di ‘Rojnameya Turkiye’yê de ku nêzîkî desthilata Tirkiyeyê ye, nûçeyek hat belavkirin û hat îdiakirin ku dê Erdogan û Esad, hevdîtinek bikin. Di dewama nûçeyê de hat gotin ku Rayedarên Enqereyê li ser vê îdiayê gotine, ‘hîn zû ye’ lê dibe ku axaftineke wan, bi rêya telefonê çêbibe.

Ji Kremlînê, bersiv hat dayîn

Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov, di nirxandina rojeva rojane de pirsa rojnamevanan a li ser vê îdiayê bersivand. Peskov got,

“Çend roj beriya niha, li Soçiyê hevdîtin hatin kirin û di van hevdîtinan de mijarên Suriyeyê jî hatin nirxandin, bi hev hat şêwirandin. Lê belê hegera axaftina bi telefonê ya rêberên Tirkiye û suriyeyê, nehat pirsîn.

Her wiha hat ragihandin ku li ser hegera hevdîtinekê, ji pisporên ku herêmê baş nas dikin şandek hatiye avakirin û welatekî Kendavê û welatekî Afrîkayê yê Îslamî jî navbeynkariyê dikin.