Salih Muslim: Hevdîtina Esad û Erdogan, bi kêr nayê!

13 January 2023 15:35 0 dîtin
Salih Muslim: Hevdîtina Esad û Erdogan, bi kêr nayê!

PeyamaKurd- Hevserokê PYDê Salih Muslim, di derbarê hevdîtinên Enqere û Şamê de axivî. Muslim, di derbarê mijarê de got ku “Ev wekî zewaca bi zordestî ye, bi kêr nayê û jixwe dibe ku encamên berovajî jî derkevin pêş."

Salih Muslim, li ser hevdîtinên di navbera Tirkiye û Suriyeyê de da zanîn ku dê encamek ji van hevdîtinan dernekeve û got “4-5 mehên pêşiya me, gelek girîng in. Ew jî dibe ku tiştek gelek zirardar be. Biryara ku dê (Erdogan) bide, dibe ku bandoreke neyînî li me hemûyan bike.”

Muslim, di derbarê hevdîtina ku ew ê bê kirin de nirxandinên dorfireh kirin û got,

“Ev yek, dişibe zewaceke bi zordestiyê. Di navbera herdu aliyan de şikestinên mezin hene. Bi taybetî ev 10 sal in tiştên diqewimin hene, îxanet hene, dijminatî hene, tovên tên çandin hene. Hûn nikarin di rojekê de rabin û wan tiştan biqedînin. Lê di rewşa heyî de çi heye? Wekî hewcedariya Rusyayê çi ye? Hilbijartinên Tirkiyeyê hene…

Wisa xuya ye ku difikirin bê ka em dikarin bi lez û bez tiştekî bikin. Bi dîmeneke li cem hev a Erdogan û Esad ku tê fikirîn dê sûdewar be, lê bi kêr nayê. Ango dibe ku jixwe ev rewş berovajî jî bibe. Me ji roja pêşîn ve dît ku ev yek çawa hat gotin, bertekên komên ku din bin fermandariya Tirkiyeyê de ne, çiqas zêde bûn."

“Ji bo qirkirina Kurdan, IŞÎD ava kir”

Salih Muslim diyar kir ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo komên çekdar ên li Suriyeyê û wêrankirina Suriyeyê, ji aliyê gelê Suriyeyê ve nayê jibîrkirin û got,

"Erdogan, beriya sala 2010an bi Beşar Esad re mil bi mil dimeşiya, her tiştî dikir. Piştî wê, di sala 2011an de kî çi gotibe, tê bîra wî. Tê bîra her kesî. Tevî ku ev têr nake, em qala mirina nîv milyon mirovan a li Suriyeyê dikin. Te ewqas çete hanîn vê derê. Ji bo ku tu qira Kurdan bînî, te IŞÎD ava kir.

Te IŞÎDê hem li hundir, hem li derve wekî şantajê bi kar hanî û tu hîn jî bi kar tînî… Tevî ewqas nakokiyan, hanîna 2 kesan a cem hev (Erdogan û Esad) û sergirtina vê pêvajoyê, nabe. Tiştê ku em dibêjin, wekî zewaca bi zordestî, ev e. Ji niha ve me dengên pevçûnan bihîstin.”