Rojava | Salih Muslim: Dibe ku Trump ew ji Erdogan re gotiye...

22 December 2018 12:22 0 dîtin
Rojava | Salih Muslim: Dibe ku Trump ew ji Erdogan re gotiye...

PeyamaKurd - Berpirsê Pêwendiyên Dîplomasî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim got, behaneya Serokê Amerîkayê ya vekişîna hêzên Amerîkî nerast e û diyar kir, hîn şerekî dijwar li dijî DAIŞê tê meşandin.

Salih Muslim di daxuyaniyeke xwe ya bo televizyoneke Kurdistanê de li ser biryara Amerîkayê wiha axivî:

“Biryara Trump ji her aliyekî re nişkaviyek bû, ji ber ku hîna DAIŞ heye û şerekî dijwar li rojhilatê Dêrazorê dike. Li gor amarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), hîna 4 hezar çekdarên DAIŞê mane. Herwiha hîna DAIŞ li deverên din ên di bin kontrola rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de jî paqij nebûye. Çekdarên DAIŞ hîna li Iraqê jî derbasî Sûriyê dibin.”

Muslim bal kişand ser ku her cara pêwendiyek di navbera rayedarên Amerîka û Tirkiyê de çêdibe, şîroveyên cuda ji her du aliyan ve derdikevin û got, “Dibe ku Trump ew ji Erdogan re gotibe, lê çi bazar jî kirine Erdogan wê nabêje.”

‘REJÎMA SÛRÎ HÎN BI HIŞÊ BERÊ TEVDIGERE’

Rayedarê PYDê Muslim li ser banga berpirsên Rêveberiya Xweser a hatina hêzên rêjîma Sûriyê bo Rojavayê Kurdistanê û çûna şandeke PKKê bo Şamê jî daxuyakirin:

“Me ti carî negotiye ku em ji derveyî Sûriyê ne yan perçebûna Sûriyê dixwazin. Pêştir 2 civîn bi rêjîmê re çê bûn, lê rêjîmê heta niha nerînên xwe neguhertine û hîna bi hişê berê tevdigere û dixwaze Sûriyê vegerînin berî sala 2011an. Heger danûstandinek jî çêbibê, dê li ser bingeha Sûriyeyeke nû bi destûr û zagonên nû be. Ji aliyê din ve ti agahdariya me ji PKKê nîn e.”

Muslim herwiha li ser yekrêziya Kurd jî bal kişand ser ku li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyek heye û gelek alî tê de beşdar in û zagon û saziyên xwe hene, ev rêveberî ne ya PYDê ye û her kesê vê sîstem û rêveberiyê qebûl bike, dikare cihê xwe tê de bigire.