Asayîsa Rojava: MÎTê bi rêya sîxurkirina sofêrekî me, xwest Salih Muslim û Aldar Xelîl bikuje

22 October 2020 18:00 0 dîtin
Asayîsa Rojava: MÎTê bi rêya sîxurkirina sofêrekî me, xwest Salih Muslim û Aldar Xelîl bikuje

PeyamaKurd – Asayîşa girêdayî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye ku îstixbarata Tirkiyê (MÎT) bi rêya şofêrekî di asayîşê de kar dikir ku ew kirine sîxurên xwe plana kuştina Salih Muslim û Aldar Xelîl çêkiriye, lê ew plan hatiye pûçkirin û sîxurê ji bo wê planê hatiye erkdarkirin hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî (Rojavayê Kurdistanê) berî niha li hember şaneyeke sîxuriyê, operasyonek hatiye kirin û sîxurê bi navê S. O yê 55 salî hatiye girtin ku li xwe mikur hatiye ku wan amadekariya kuştina Salih Muslim û Aldar Xelîl dikir.

Asayîşê daye zanîn, sîxurê bi navê S. O berî ku bibe endamê MÎTê, weke ajokerekî Asayîşê kar dikir û ew di dema êrîşên li dijî Serê Kaniyê de, bi rêya kesê bi navê Ebû U. bûye sîxur.

Wî kesî di mikurhatinên xwe de wiha gotiye:

“Ebû U. bazirganiya cigareyên qaçax û karê kirîn û firotina erebeyan dike. Wî bi xwe ti tişt ji me nexwest. Piştî demekê Ebû U. bi rêya telefonê kesekî bi navê Ebu A. bi min da naskirin. Ebû A ji min re telefonek şand û bi rêya wê, perwerdeya sîxuriyê da min. Ji min cihê koordîneyên saziyên Rêveberiya Xweser û baregehên HSDê xwest. Piştî demekê jî ji min xwest ku derbarê Aldar Xelîl û Salih Mislim de agahiyan kom bikim û wan bikujim.”