DAISê êrîsî rêbendeke Asayîsa Rojava kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şeva borî 5 çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê êrîşî rêbendeke Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li ser rêya Hesekê-Şedayê kir û di navbera wan de şer derket.
Li gorî ragihandina Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê, duh bi şev (20 Çile) saet di 01:00 de 5 çekdarên DAIŞê êrîşî rêbendeke li ser Rêya 47 a Hesekê-Şedadê kir.
Hate diyarkirin ku çekdaran bi motorsîkletan êrîşî rêbendê kiriye û li ser bersiva endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, çekdarek birîndar bûye û hatiye girtin, yên din jî reviyane.
Asayîşa Rojava bang li hemû welatiyan kir ku bi hêzên wan re hevkariyê bikin û her tevgereke bi guman ragihînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin