Ji Salih Muslim nirxandina pêvajoyeke nû bi Tirkiyê re: Lîstik e! Berê li ser Rojava bû, niha li ser hemû Kurdan e
PeyamaKurd - Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser mijara egera destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê li Bakurê Kurdistanê got, “Dibe ku lîstik cûda bin, yanî di mijara Kurd de wê çiqasî bikaribin Kurdan ji armancên wan dûr bixin û tiştekî nedin; bi wan bikenin, li pêşiya ragihandinê bibêjê ‘me wiha kir’ lê ser erdê tiştekî nekin. Wê demê ev lîstik li ser Rojava tenê hebû, lê niha li ser tevahî Kurdan e.”
Salih Muslim, ji medya Rojavayê Kurdistanê re derbarê pêvajoyeke nû ya aştiyê de ragihand: “Gelek gotin û axaftin kirin, lê heta niha tenê slavdayînek çêbûye. Derveyî vê gaveke pratîkî nehatiye avêtin. Çi gotinan bikin, jî roja din înkar dikin. Me 2015an di pêvajoya Dolmabahçeyê de dît. Wê demê keyfa wî nehat û lingê xwe li masê da, giştî serûbînî hev kir. Divê Kurd ji tecrûbeyên xwe fêr bibin. Di dema Turgut Ozal de jî hinek gotin kirin, lê vegeriyan, di sala 1993an de pêvajoyek hebû, lê Tirkan xirab kir. Sala 1998an di dema Erbakan de dîsa hewildanek hebû û dîsa faşîzma Tirk xirab kir. Pêvajoya Oslo û 2015an de heman tişt çêbû. Divê em ji van ders bigirin. Rast e şert û mercên derve û yên hundir wana mecbur dikin ku gavekê bavêjin, lê lîstikên Osmaniyan xilas nabin. Heta niha di pratîkê de tu gav nehatine avêtin.”
Salih Muslim li ser serdanên xwe yên Tirkiyeyê di dema pêvajoya 2013, 2014, 2015an de, bibîr xist û got, “Wê demê ez, Heval Îlham Ehmed û Asya Ebdullah çûn Enqere û Stanbolê, em bi wan re rûniştin. Dîtin ku em nakevin bin baskê Îxwan û li Sûriyeyê xeta sêyem hilbijartiye, wê demê em hemû kirin terorist.”
‘Lîstika li ser Rojava hebû niha li ser hemû Kurdan e’
Muslim li ser proseya nû ya behsa wê tê kirin jî diyar kir, “Lîstik e. Wê demê jî lîstik bû niha jî wiha ye. Dibe ku lîstik cûda bin, yanî di mijara Kurd de wê çiqasî bikaribin Kurdan ji armancên wan dûr bixin û tiştekî nedin; bi wan bikenin, li pêşiya ragihandinê bibêjê ‘me wiha kir’ lê ser erdê tiştekî nekin. Wê demê ev lîstik li ser Rojava tenê hebû, lê niha li ser tevahî Kurdan e.”
Li ser rola Abdullah Ocalan jî Muslim got, “Piştî 4 salên îzolasyonê hevdîtin pêk hat. Ji bo me û ji bo gelê me ev gelekî girîng e, fikara me li ser tenduristiya Ocalan hebû. Silavên xwe ji gelê xwe re dişîne û pêvajoyê jî dişopîne. Dibêje ‘derfet çêbibin, hêza min a teorîk û pratîk heye.’ Hêza wî ya navneteweyî heye, dinya giştî lê dinêre. Êdî li ser aliyê din dimîne, heta kîjan astê duristin, wê diyar bibe.”
‘Pêvajoya niha çareseriya pirsa Kurd ferz dike’
Muslim dawiyê jî got: “Pêvajoya niha li cîhan û Rojhilata Navîn çareseriya pirsgirêka Kurd ferz dike. Ger ku li Rojhilata Navîn; Sûriye, Tirkiye û cihên din aramiyê dixwazî, divê tu pirsgirêkên xwe çareser bikî. Hêzên navnetewî jî hêzên herêmî ev yek dîtiye. Tu çiqas lîstikan bikî, dê ewqas dereng bikevî. Derengîhiştin jî nebaş e. Divê çareser bibe. Çawaniya çareseriyê jî li ser gelê Kurd û gelên din dimîne. Dibe ku lîstik hebin, lê divê em xwe şaş nekin. Gelê Kurd di dîrokê de gelek caran hate çewisandin, lê pêşengtiya mirovatiyê jî kiriye. Niha dîsa gelê Kurd û gelên din bi hev re yekîtiyê, aramiyê çêdikin. Em li Rojhilata Navîn pêşengên demokrasiyê ne, lewma îro ji roleke dîrokî me tê xwestin. Hêzên navnetewî jî bi vê hesiyan e. Divê em li gorî vê heqîqetê têkoşîna xwe bidomînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin