Salih Muslim: Em Efrînê, ne didin Tirkiyê û ne jî rejîmê
PeyamaKurd- Serokê PYDê yê berê Salih Muslimê ku Tirkiyê ji bo wî bultena sor derxistibû, li Denmarkê, piştî panelekê pirsên ÎzNewsê bersivandin. Muslim daxuyaniyên girîng dan û bal kişande serê ku rola Rusya û Îranê di operasyona li dijî Efrînê de pir mezin bû.
Muslim pirsên girîng wiha bersivandin:
Ji ber çi Tirkiyê li ser Efrînê operasyon da destpêkirin.
Hê ji berê ber de Tirkiyê birrên cîhadîst destek dikirin. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, gelek caran ev anî zimên. Li gorî me, armanca Tirkiyê ew e ku demografiya Efrînê biguherînin. Ji bo vê guherînê, li ser reqabeta Sunnî û şi’iyan dileyîzin.
Ji bo tewra Rusya û Îranê hûn çi difikirin?
Em baş dibînin ku Rusya û Îranê, ev operasyon, “erê” kirine. Bi qasî ku me taqîb kiriye di vê mijarê de Tirkiyê bi Îran û Rusya re levhatin kirine. Lêbelê li ser çi û çi esasî li hev kirine, em wê, baş nizanin. Ez dibêjim qey li ser Idlibê hinek bazar hatine kirin. Li navenda Idlibê El Nusra heye. Êdî cihekî ku Tirkiye vana derbas bike nemaye. Ji ber vê yekê dixwazin Efrînê ji Kurdan vala bikin û van komên Nusra têxinê.
Hun tewra Ewrûpayê çawa dibînin?
Ewrûpa ji qrîzeke penaberan ya nû ditirse. Tirkiye bi penaberan Ewrûpayê tehdît dike. Ji bo van koman, cihê herî baş Efrîn e. Dikarin li gorî dilê xwe tevbigerin û derbasî Ewrûpayê bibin. Niha Denmark endamê YE û NATOyê ye. Tirkiye çekên NATOyê bi kar tîne. Dikarin ji Tirkiyê re bêjin “bisekine”. Her kes rewşa Efrînê dibîne.
Li gorî we, rewşa Efrînê wê bi kû ve biçe, gelo rejîm wê têkeve Efrînê de?
Niha di navbera rejîm û yên operasyonê dikin de, ferq nîn e. Yên ku têne kuştin Kurd in. Berî niha jî Kurd dihatin kuştin. Komên terorîst yên rejîmê jî hene. Ew jî wekî Hîzbûllah, Haşdî Şe’bî û IŞÎDê ne. Em li dijî van koman şer dikin. Heke navê wan cuda be jî, ew bi xwe eynî ne. Em tu caran Efrînê, ne didin Tirkiyê û ne jî rejîmê. Bi vê hêz û baweriyê em ê Efrînê biparêzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin