Salih Muslim: Em hewil didin ENKSê jî tevlî PYNKê bikin

24 May 2020 18:35 0 dîtin
Salih Muslim: Em hewil didin ENKSê jî tevlî PYNKê bikin

PeyamaKurd - Endamê Desteya Serokatiya PYDê Salih Muslim ji bo Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) ku bi beşdariya partî û aliyên nêzîkî PYDê hatiye avakirin  got, ew niha hewil didin ENKSê jî tevlî PYNKê bikin û armanca wê sîwanê jî pêkanîna danûstandinan ligel ENKSê ye.

Li Rojavayê Kurdistanê roja 20ê Gulanê sîwaneke bi navê "Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd" bi pêşengiya PYDê hatibû ragihandin.

Salih Muslim balê dikişîne ser hewldanên bo yekrêziya aliyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibêje, “Niha derfetek peyda bûye da ku em nêrînên xwe bixin yek. Bi taybetî jî piştî birêz Mazlum Ebdî pêşengtî ji vê yekê re kir, me pêwîst dît ku em bikarin pêngavek ji bo yekrêziya nava xwe de bavêjin. Ji bo vê me xwest şandek hevbeş pêk bînin û di vê çarçoveyê de 25 partî û aliyên siyasî hatin cem hev.”

‘Ji bo em ENKSê jî bînin nav sîwanê hevdîtinan dikin’

Muslim li ser nebûna partiyên ENKSê di nav wê sîwana hatiya avakirin de jî got, “Yek ji erkên vê sîwanê ewe ku li gel ENKSê civîn û hevdîtinan pêk bîne. Danûstandina ku di destpêkê de tenê dinavbera PYDê û ENKSê de pêk dihat, niha bi şandeyek hevbeş hevdîtin tên kirine ne ku PYD bi tenê hevdîtinan dike. Hevdîtinên me berdewam in ji bo em ENKSê jî bînin bin vê sîwanê.”