Serokê ENKSê Siûd Mela bersiva Salih Muslim da: Hêviya me sikand…

19 December 2019 17:37 0 dîtin
Serokê ENKSê Siûd Mela bersiva Salih Muslim da: Hêviya me sikand…

PeyamaKurd – Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela bersiv da daxuyaniyên Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PYDê Salih Muslim ku lii ser pirsa yekrêziya Kurdî û avakirina baweriyê di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de gotibû, “Ti girtiyên siyasî di zîndanên Rêveberiya Xweser de nîn in. Divê ENKSê jî bê merc tevlî Rêveberiya Xweser bibe û ti kes mercan qebûl nake”.

Siûd Mela got ku ew daxuyaniya Rêveberiya Xweser a derbarê yekrêziya tevgera Kurdî de bi erênî dibînin, lê daxuyaniya Berpirsê Pêwendiyên PYDê Salih Muslim ew bêhêvî kirine.

Serokê ENKSê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Siûd Mela ji K24ê re li ser mijarê da xuyakirin, ENKS ji destpêkê ve bi yekrêziya Kurdî re ye û ew daxuyaniya Rêveberiya Xweser erênî dibînin, lê daxuyaniya Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve yê PYDê Salih Muslim ew bê hêvî kirin û xwaziya Salih Muslim ev daxuyanî di vê demê de nedaba.

Siûd Mela li ser destpêşxêrîya HSDê bo yekrêziya aliyên Kurdî jî got: “Yên ku yekrêziya Kurdî û berjewendiyên gelê Kurd dixwaze, divê yekrêziyê biser bixe. Herwiha yê li berjewendiyên partîtî bigere, ewê bi xwe bacê bide û gelê me jî dê pê re bacê bide.”