Salih Muslim: Em dibin sirîkên rêveberî û her tistên din ên Sûriyê

11 March 2025 19:38 0 dîtin
Salih Muslim: Em dibin sirîkên rêveberî û her tistên din ên Sûriyê

PeyamaKurd - Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, li ser rêkeftina navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê qonaxa veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera daxuyanî dan û hrgiliyên wê peymanê eşkere kirin.

Muslim li ser wê rêkeftinê got, “Em ê bi hev re Sûriyê birêve bibin” û diyar kir ku wê heta çend rojan di navbera HSD û rêveberiya Şamê de, komîte werin avakirin.

Salih Muslim da xuyakirin, “Her tiştê ku dewleta Sûriyê dike Rojava jî şirîk e. Em di rêveberî, destûr, jiyan, aborî, her tiştî de dibin şirîkên Şamê”.

Muslim der barê paşeroja kurdan di Sûriyeya nû de jî da zanîn, “Çend yasayên kevin hebûn, ew ê bên sererastkirin û kurd dê hemû mafên hemwelatîbûna wekhev bi dest bixin.”

Herwiha Mûslim li ser naveroka rêkeftinê got, dê hejmarek komîte bên avakirin û dê pirsa tevlîbûna çekdarî were yekalîkirin û wiha pê de çû: “Em parçeyek ji Sûriyê ne. Em dixwazin bi hev re bijîn. Em dixwazin eslê xwe biparêzin. Ev hemû di naveroka peymanê de cih digirin.”