Salih Muslim: Amerîka naxwaze em niha hilbijartinan bikin
PeyamaKurd - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got: “Hilbijartin destpêkê hatibûn plankirin di 30yê Gulanê de, lê ji ber kêmasiyên lojîstîkî yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, ji bo 11ê Hezîrana 2024an hatin paşxistin. Lê careke din li ser daxwaza hin partiyan, bo meha Tebaxê hatin paşxistin.”
Hevserokê di hevpeyvîna ligel rojnameya Şerq El-Ewset de da zanîn, Rêveberiya Xweser rijd e ku Hilbijartinên Şaredariyan di meha Tebaxa îsal de bike, lê Amerîka ne bi lidarxistina hilbijartinan re ye di vê demê de.
‘Sedema paşxistinê ne gefên Tirkiyê û zextê Amerîkayê bû’
Muslim got: “Sedemên paşxistina hilbijartinan, ne ji ber îdiayên girêdayî hebûna zextên Amerîkayê û zêdebûna gefên Tirkiyê bûn. Ev yek dihat pêşbînîkirin ku aliyên dijber (Tirkiye) dê li dijî her pêngevekê ji bo birkxistina karûbarên herêmên me derkeve.”
Paşxistin ji bo nehiştina kêmasiyan bû
Muslim diyar kir: “Em ê van hilbijartinan bikin û biryar vedigere aliyên beşdar di Komisyona Bilind û aliyên siyasî de. Paşxistin jî ji bo nehiştina kêmasiyên ku pêştir hebûn bû. Lê divê ev hilbijartin di roja diyarkirî de bên kirin.”
Salih Muslim li ser helwesta Amerîkayê ya derbarê van hilbijarinan de jî got: “Amerîkîyan ji me re gotin ‘Em dibînin ku hûn di vê gavê de lez dikin.”
Tirkiye bûye astengeke mezin
Muslim li ser gefên Tirkiyê jî got: “Gefên Tirkiyeyê ne ji ber hilbijartinan e, ev 8 sal in, yanî ji sala 2016an ve hene û Tirkiye pêwîstiya wê bi hincetan nîne, ji ber ku hebûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike armanc, her projeyeke demokratîk dike armanc û çi bixwaze dike. Êrîşî herêmên me dike, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî jî dagîr kirin. Tirkiye ev 8 sal in hebûna Kurdan dike armanc û çareseriya Sûriyeyê asteng dike û di bicihkirina biryara navdewletî ya 2254 de bûye astengeke mezin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin