Salih Muslim: Amerîkayê her sê sozên xwe jî bicih nekirin
PeyamaKurd - Berdevekê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku Amerîkayê sê soz dabûn wan li yek jî bicih nekiriye.
Berdevekê PYDê Salih Muslim derbarê erîşa muhtemel a Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û pêşhateyên vê dawiyê de ji BBC Tirkî re axivî û diyar kir ku li derveyî xeta sînor hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Amerîkayê berdewam e. Muslim herwiha Amerîka rexne kir ku sê sozên pêştir dabûn bicih nekirine.
Salih Muslim bibîr xist ku Amerîkayê soz dabû heta ku DAIŞ bi temamê ji holê nerabe, aramî bicih nebe û çaresariya siyasê pêk nehê ew dê hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê venekêşînin û got:
“Lê niha yek ji van sozan pêk nehateye. DAIŞ xilas nebûye û weke şaneyên razayî berdewam e. Hêj li rojhilatê Firatê hinek dever di bin kontrola DAIŞê de ne. Duyem jî aramî pêk nehatiye û weke sêyem jî ti çareseriyeke siyasî nîne. Ew niha van sozên xwe bicih nake û vedikêşe.”
Muslim herwiha da zanîn ku ji bilî xetên sînor hevkariya di navbera hêzên Amerîkî û HSDê de berdewam e, û wiha pê de çû: “Hêzên Amerîkayê hêj li Sûriyê ne. Li dijî şaneyên DAIŞê şer berdewam e. Li Dêre Zorê û Reqayê HSD û hêzên Amerîkî di hevakariyê de neê lê hêzên xwe yên li ser sînor vekişandin.”
Berdevekê PYDê herwiha destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dibe ku bo berevaniya sînoran banga hikûmetê Sûriyê bike û got: “Em her tim ji diyalogan re vekirine. Ji bo parastina gelê me her çi ji destê me bê, em dê bikin, ew çi hevkariyên ligel rejîmê, Rûsyayê yan jî aliyeke din be em amade ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin