Salih Muslim: Em ê bi ya Ocalan bikin
PeyamaKurd – Serokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim daxuyaniya Ocalan û geşedanên li Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
Salih Muslim, da zanîn ku vê dawiyê ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dest bi şandina petrolê bo Şamê hatiye kirin û got,
“Ji sala 2011an ve, me xwe parast” û got ku “Em beşek ji Sûriyeyê ne. Me got ku kî li Şamê be, em ê bi wan re li hev bikin. Ev yek ji dema rejîma kevin ve berdewam bûye Tiştekî nû tune ye. Neft a hemû gelên Sûriyeyê ne rewşeke nû ye.”
Salih Muslim diyar kir ku ji bo Konferansa Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê dawetname wernegirtine û wiha got:
“Wan kes vexwendibû. Di nav wan kesan de ku çûne Şamê bermahiyên komên ku beriya niha li gel me şer kiribûn yên weke DAIŞ û El Nûsra jî hene. Heyetul Tehrîr Eş-Şam (HTŞ) gazî wan kesan kit ku li gel wan têkiliyên wan hebûn û ew nas dikirin. Nûnerên partiyên siyasî yên gel temsîl dikin nehatin vexwendin. Dibêjin ‘Em siyasetmedaran dawet nakin’ lê ne wisa ye, hincet e. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêkhateyeke leşkerî ye, lê gelek sazî û rêxistin li vir hene. Ger hûn di esasê xwe de Rêveberiya Xweser ji holê rakin, hûn karê rast nakin. Dibe ku hesasiyeta we li hember Kurdan hebe, lê çima Ereb û Suryaniyên li vir dijîn nehatine vexwendin? Dibêjin ‘Pêvajoyeke diyalogê ye ku herkesî di nav xwe de dihewîne’, lê pratîka wan ji vê yekê dûr e. Têkiliyên me (bi Siwêdayê re) ji sala 2012an de hene. Ji ber vê yekê ew bandor kirin. Her kes dibêje rêveberiya ku em niha pêk tînin ji bo hemû Sûriyeyê guncaw e. Li Siwêdayê gel ji bo xweparastinê hat cem hev. Ev mafê wan e. Durzî û beşên din ên civakê jî wê ji vê guherîna zîhniyetê bandor bibin. Em bi Siwêdayê re di nav hevgirtinê de ne. Em hêvî dikin ku di çarçoveya xweparastinê de li cihên din jî pêkhateyên bi vî rengî derkevin holê. Hêviya me ew e ku ne Îsraîl ne jî Tirkiye midaxele nekin. Eger ev hêz desttêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê de nekin, Sûriyeyî dikarin di navbera xwe de li hev bikin û pêşeroja xwe misoger bikin.”
“Em nizanin birêz Ocalan dê çi bêje”
Salih Muslim der barê banga Ocalan û bandorên wê yên mihtemel de jî ev tişt got:
“Tirkiye me bi PKKê ve girêdide û me weke dijmin dibîne. Eger birêz Ocalan bangekê bike, dê nêrîna Tirkiyeyê ya li ser me jî biguhere. Bi milyonan Kurd hene. Hemû jî rêzê li birêz Ocalan digirin. Birêz Ocalan wê banga xêra gelan bike. Ez hêvî dikim ku bi vê bangê wê desttêwerdana Tirkiyeyê ya li pêvajoya nû ya Rojhilata Navîn û Rojhilata Navîn kêm bibe. Gotinên ku ji zarê birêz Ocalan derdikevin, em nizanin dê ji bo gelê xwe tiştekî bêje.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin