Salih Muslim: Ocalan mîrasek e û ‘Rêberê Gelên Rojhilata Navîn e’
PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ser peyama Abdullah Ocalan a bo çareseriya rewşa Sûriyê û pêwendiyên ligel Tirkiyê de daxuyanî dan.
Salih Muslim ji Arti Gerçekê re axivî û li ser mijara rola Ocalan got, divê rola pozîtîv a Abdullah Ocalan neyê piştguhkirin û wiha axivî:
“Rêzdar Ocalan parastina mafên rewa yên gelan esas digire. Ew ji bo gelên Rojhilata Navîn mîrasek e. Ji ber vê jî gelên Rojhilata Navîn Rêzdar Ocalan wekî ‘rêberê gelan’ pênase dikin û qebûl dikin. Texmîn dikim ku wê Rêzdar Ocalan di çareserkirina aloziya Sûriyê de roleke çalak bilîze.”
‘DIVÊ TIRKIYE JÎ HESASIYETÊN ME BERÇAV BIKE’
Muslim li ser peyama Ocalan a baldarbûna ser hesasiyetên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê jî wiha got:
“Ji roja ewil ve em ji bo hesasiyetên Tirkiyê baldar in. Divê Tirkiye jî hesasiyetên me berçav bike û bi pîvan be. Ti hewleke me ya êrîşkirinê çênebûye. Dijminatiya li me tê kirin em qet qebûl nakin. Banga Rêzdar Ocalan a bo hesasiyetan herwiha peyameke ji bo Tirkiyê. Tirkiye hîn jî bi zihniyeta ‘Kurdê herî baş Kurdê mirî ye’ tevdigere. Divê êdî dev ji vê zihniyetê berde û hurmetê li îradeya gelê Kurd bigire. Gef, êrîş û dagirkeriya Tirkiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wêneyê binpêkirana hesasiyetan e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin