Salih Muslim: DAIS xelas nabe, Amerîka jî me bernade!

03 December 2018 13:56 0 dîtin
Salih Muslim: DAIS xelas nabe, Amerîka jî me bernade!

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û endamê karûbarên dîplomasiyê di Tevgera Demokratîk a Sûriyê (TEV-DEM) de, Salih Muslim bersiv da daxuyaniyên Amerîkayê yên ku dibêjin, “Li Sûriyê pêwendiyên me yên bi Kurdan re taktîkî û demkî ne”.

Salih Muslim got, “DAIŞ zû bi zû xelas nabe û Hevpeymana Navdewletî jî wisa bi hêsanî dev ji Kurdan bernade.”

Muslim li Komcivîna Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografîyê li Efrînê li ser daxuyaniyên rayedarên Amerîkî yên derbarê têkiliya wan bi hêzên Rojavayê Kurdistanê re, ji televizyoneke Kurdistanê re axivî û got, “Efrîn ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû Kurdan birînek e. Pêwîst e tiştên li Efrînê dibin; guhertina demografî û binpêkirinên mafên mirovan em ji dinyayê re baş vebêjin.”

Salih Musil bal kişand ser ku beriya dagirkirina Efrînê, Kurd û Ereban bi dostanî û aramî bi hev re dijîyan ku parastina bajêr ligel hev dikirin.