Salih Muslim: Rejîm me wek kirêgirtiyê Amerîka dibîne

08 December 2019 15:37 0 dîtin
Salih Muslim: Rejîm me wek kirêgirtiyê Amerîka dibîne

PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavaya Kurdistanê bi beşdariya partiyên nav Rêveberiya Xweser û partiyên opozîsyonê civînek hat lidarxistin. Nûnerên partî û aliyên siyasî xwestin ku hikûmeta Sûriyê projeya Rêveberîya xweser ji hikumetê re zelal bikin û şîrove bikin daku pênase li wê rêveberiyê bê kirin.

Berpirsê pêwendiyên derve yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim dema wê civînê ragihand ku hikûmeta Sûriyê wan wekî kirêgirtiyê Amerîkayê hesab dike û wekî aliyekî Sûriyê nabîne.

Salih Muslim ji K24ê re ragihandiye ku pêwîste rejîma Suriyê îtirafê bi wan bike ku wan parastina Sûriyê kiriye.

Muslim dibêje, “Ligel vê jî hikûmeta Sûriyê wisa nabîne. Dibe ku dibêjin hûn kirêgirtîyên Amerîkayê ne. Ev ne raste. Em xwedî vîyan û nerînên xwe ne. Em ji bo tevaya gelên Suriyê xebatê dikin û armanca me Suriyayek demokrat e.”