Salih Muslim: Sam û Tirkiye li Efrînê hevkarî kirin

23 April 2018 18:36 0 dîtin
Salih Muslim: Sam û Tirkiye li Efrînê hevkarî kirin

PeyamaKurd- Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim li Konseya Awrûpa, li Strasburgê tevli civînekî bû. Mijara konseyê di derbarê Efrînê de bû ku Tirkiye jî endamê wê ye.

Organîze ji aliyê Grûba Çep ya Awrûpa de hat kirin. Parlementerên HDPê jî endamên vê grûbê ne. Ji HDPê Ertuğrul Kürkçü, Hişyar Özsor û Mîthat Sancar tevli civînê bûn. Salih Muslim di civînê de weha got:

“Ji bo me, operasyona Tirkiyê bo ser Efrînê, dewama têkoşîna li dijî DEAŞê ye. Ferqa wê ji hev tine ye. Di dema operasyonê de Şam û Tirkiye weka bi hevre peymanekî çêkirin.”

Muslim di axaftina xwe de ragihand ku Moskova xwestiye alîkariya Efrînê bike lê wan qebûl nekiriye. Sedem jî ew e ku Moskova di operasyona Efrînê de alîkariya Tirkiyê kiriye.

Di parastina ziyaretvanên VİPê yên ku Konseya Awrûpayê ziyaret dikin, parâstina wan ji aliyê polîsên Fransiz de tê kirin ku yek ji wan Salih Muslim e.