Salih Muslim: Çareserîya siyasî bo Sûriyê girêdayî lihevhatina Tirkiye û kurdan e

09 March 2019 18:21 0 dîtin
Salih Muslim: Çareserîya  siyasî bo Sûriyê girêdayî lihevhatina Tirkiye û kurdan e

PeyamaKurd -  Hevserokê berê yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim dibêje, çareya siyasî bo kirîza Sûriyê girêdayî lihevhatina Tirkiyê bi kurdên Sûriyê re ye.

Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim, ji rojnameya Îsraîlî ya Haaretz re gotarek nivîsîye. Salih Muslim di gotara xwe ya bi navê “Li ba Tirkiyê kurd hemû terorîst in” de, behsa dijîtiya Tirkiyê li hember kurdan bi taybet kurdên Rojavayê Kurdistanê kiriye û gotiye, Tirkiye kurdên Sûriyê û YPG û PYDê wek beşek ji PKKê dibîne û wan hemiyan terorîst dibîne û dixwaze hemiyan tine bike.

Salih Muslim daye xuyakirin ku her kurdê ku ne ligel Tirkiyê be, terorîst tê dîtin ji ber wê jî Tirkiye ditirse mafên xwe yên rewa bi dest bînin.

Wî siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê behsa çareya siyasî bo kirîza Sûriyê jî kiriye û gotiye, kî bixwaze çareyek siyasî bo kirîza Sûriyê bibîne divê destpêkê vê mijara aloz bi Tirkiyê re gotûbêj bike, ew jî tenê bi lihevhatina Tirkiye û kurdên Sûriyê mumkin e.