Salih Muslim: Tirkiye dixwaze li Sûriyê dewleteke Tirkmenan çêbike!

13 August 2023 10:04 0 dîtin
Salih Muslim: Tirkiye dixwaze li Sûriyê dewleteke Tirkmenan çêbike!

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim nexşerêya nû ya Tirkiyeyê bo Sûriyê bibîr xist û got, Tirkiye dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleteke Tirkmenan çêbike.

Salih Muslim ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser re li ser hevpeyvîna Serokê Sûriyeyê Beşar Esed a ligel Sky Nwes a Erebî re axivî û diyar kir, hikûmeta Şamê ne xwediyê wê hêzê ye ku biryarê li ser derxistina hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê bide.

Muslim diyar kir: “Di destê hikumeta Şamê de biryar û hêz nîne. Di navbera hêzên hegemon de li ser Sûriyeyê şerek heye. Tişta xuya dike ew e ku hêzên hegemon li ser derketine Tirkiyeyê ya ji axa Sûriyeyê li hev nekirine, xema wan jî ew nîne.

Berjewendiyên Îranê bi Tirkiyeyê re hene, lewma niha pişgiriyê nade mijara derketina Tirkiyeyê. Rûsya dixwaze planên xwe bi Tirkiyeyê bide meşandin. Hevpeymaniya Navneteweyî jî naxwaze hevkara xwe ya NATOyê yanî Tirkiyeyê aciz bike.”

Salih Muslim bal kişand ser ku Şam ji bo derxistina Tirkiyeyê ti gavên pratîkî naavêje û wiha axivî: “Li Soçiyê li hev kiribûn ku Tirkiye û çeteyên wê rêya M4/M5 vekin, lê heta niha venekiriye. Tirkiye û çeteyên wê şertên xwe ferz dikin. Lewma derketina Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê zehmet e.”

Muslim eşkere kir ku hevdîtinên Tirkiyeyê û Sûriyeyê berdewam dikin û wiha pê de çû:

 “Li gorî Tirkiyeyê naaxivin lê hevdîtinên xwe jî qût nakin. Di civîna Astana de dijî Rêveberiya Xweser biryar girtin. Yên ev biryar girtine Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îran e. Ma ev ji Tirkiyeyê dixwazin ku ji Sûriyeyê derkeve? Na, nabêjin. Rûsya ji bo pêkanîna hevdîtina Erdogan û Beşar kar dike, dixwaze wan li hev bîne.”

Muslim destnîşan kir: “Berevajî, hewildanên wê yên ji bo dagirkirinên nû hene. Niha nexşereyeke din ji bo Tirkmenan derdixin. Yanî dibêjin ew dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleteke Tirkmenan çêbikin.”