Iraq dixwaze bi Tirkiye, Îran û Sûriyê re konferansa pirsa PKKê li dar bixe
PeyamaKurd – Şêwirmendê Siyasî yê Serokwezîrê Iraqê Sabhan el-Mulla Ciyad, ragihand ku ew dixwazin li ser pirsa ewlekariya sînoran û bi taybet jî pirsa PKKê bi Tirkiye, Sûriye û Îranê re konferanseke çaralî li dar bixin.
Şêwirmendê Sûdanî got, “Pirsgirêka PKKê bi Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û heta bi Amerîka re têkildar e. Bi Hêzên Sûriya Demokratîk re têkiliyên Amerîka hene. Ji ber vê jî di mehên pêş de, Iraq dixwaze ligel Tirkiye, Îran û Sûriyê li ser rewşa heyî û çareserkirina pirsgirêkan konferansekê li dar bixe.”
Ciyad bibîr xist ku Iraqê di meha Adara borî de PKK weke rêxistineke qedexekirî pênase kiriye û diyar kir, ji bo pirsgirêk bi awayekî mayînde çareser bibe, pêwîste PKK çekan deyne û hêzên xwe ji sînorên Tirkiyê vekişîne.
Herwiha Şêwirmendê Sûdanî da zanîn ku hebûna leşkerên Tirk li nav axa Iraqê jî wan dixe fikaran û wan ji bo vê pirsê jî di çarçoveya peymana ewlekariyê de, bijardeyên xwe pêk anîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin