Çandar: Tirkiye dixwaze li sêgoseya Îran-Tirkiye û Iraqê bicîh bibe
PeyamaKurd- Nivîskar û siyasetmedarê Tirkiyê Cengiz Çandar ku niha weka penaber li Îsweçê dimîne, di derbarê êrîşên Tirkiyê yên ser axa Başûrê Kurdistanê ragihand ku Tirkiye ne bo demeke kurt lê dixwaze daîmî li ser axa goşeyê Iraq-Îran û Tirkiyê bimîne. Çandar got Tirkiye di nav çarçoveyekî plankirî de tevdigere û bernameya mayîna wan stratejîke. Çandar weha got:
“Ez bawerim Tirkiye dixwaze li Kurdistanê bicîh bibe. Tirkiye ji sala 2016an û pê de li derveyê axa xwe operasyonan dike û dixwaze xwe li wê derê bicîh bike. Mînak; niha li Sûriyê axa ku Tirkiye kontrol dike ji axa Kibrisê û parêzgeha Hatayê zêdetire. Tirkiye li rojava û bakûrê Sûriyê 7-8 hezar km2 ax kontrol dike. Li wan deran pereyê Tirkiyê tê bikaranîn û bo kartên dayîn û sitendinan li wê derê bicîh bûye. Armancên wan bo demên dûr û dirêj hene.”
Cengiz Çandar bo başûrê Kurdistanê weha got:
“Hêzên ku li başûrê Kurdistanê ne, ji berê de li wê derê ne û bi hêceta şerê PKK ê biribûn. Li wê derê û dema birakujiyê hatibûn bicîhkirin. Bo Başûqa jî şandin. Piştî Tirkiye hêzên xwe li Rojava bicîh kir, ji Xakurkê destpêkir û dest bicîhbûna Kurdistanê kir. Weka Hoşyar Zêbarî behs kiriye, Tirkiye dixwaze li sêgoşeya Tirkiyê-Îran û Iraqê bicîh bibe ku serekî wê digihê bakûrê Sûriyê û li wê derê mayînde bimîne. Tirkiye her weha ji nêzîkbûna ENKS-PYD ê aciz bûye. Li ser peymana Duhokê. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu li dijî rêkeftinê dertê û gefa li Silêmaniyê jî dixwe.”
Çandar behsa operasyonan kir û got ku weka ew texmîn dike; bi sedema serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nêçîrvan barzanî piştgiriya peymana Rojava dikin, xwe aciz dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin